Kanala ROJAVA TV

LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ AGIRÊ NEWROZÊ HAT DADAN

Bi sedan xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya rêzeçalakiyên pêşwazîkirina cejna newrozê de kombûn û agirê Newrozê dadan.
Çalakî li pêş Parka Efrîn a li Eşrefiyê li darket û têde axaftin hatin kirin.
Axêveran Newroz weke roja vejîna gelê kurd pênasekirin û gotin ku Kawayê Serdemê şehîd Mazlûm Dogan bedena xwe kir agirê Newrozê da ku têkoşînê bidomîne.
her di çalakiyê de li dengê Rêber Abdullah Ocalan ê der barê pêwîstiya bilindkirina têkoşînê li ser tevahî astan heta gihandina azadiyê hat guhdarkirin.
piştre agirê Newrozê hat pêxistin û dîlan hat gerandin.