Kanala ROJAVA TV

FIRNEYA JINÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ DERFETÊN KAR LI PÊŞIYA JINAN ZÊDE DIKE

Kooperatîfa nanpêjên jinên Efrîn û Şehbayê ku bi sponseriya komîteya aborî hatiye avakirin, ji bo jinan derfetên kar peyda dike.

Her wiha pêdiviyên xelkên herêmê yên dabînkirina nan jî cî bi cî dike.

Di vê raporê de rêveber û xebatkarên firneyê behsa proje û xebatên xwe dikin…

Kooperatîfa nanpêjên jinên Efrîn û Şehbayê ji bo jinan derfeteke giring e û qalibên ku li dijî jinan hatine danîne, ji nav dibe.

Kooperatîfa nanpêjan bi hevkariya desteya aborî û komîteya aboriyê ya Kongra Star hatiye avakirin û nan ji bo xelkên deverê peyda dike.

Hejmarek jin û mêr bi hev re di firneyê de dixebitin û rojane 6 hezar toreyên nan berhem tînin.

Rêvebira firneyê Zeyneb Mûrad behsa pergala kar û berhemên xwe yên rojane dike.

Xebatkarên firneyê jî diyar dikin ku, avakirina projeyên weha derfetên kar li pêşiya jinan zêdetir dikin.

Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya tevger û saziyên xweser bi sedan projeyêna aborî û jiyanî ji bo jinan hatine vekirin û di wan projeyan de bi hezaran jin dixebitin.