Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO AGIRÊ NEWROZÊ HAT DADAN

Li Qamişlo şahiyek ji bo pîrozkirina newroza 2024’an hate lidarxistin.
şahî li taxa xerbî ya Qamişlo bi tevlîbûna xelkên taxê li pêş avahiya PYDˊê hate lidarxistin.
di şahiyê de agirê Newrozê hate dadan û li dora agir dilan hatin gerandin.
Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dîlan li dora agir gerandin.
beşdarên şahiyê gotin şehîdan newroz gihandin wateya wê ya rasteqîn.
her wiha tekezkirin ku ew ê newroza îsal bikin newroza azadiya rêber APO û azadiya gelê kurd ê mafdar.