JI BO PÊŞXISTINA BEHREYÊN CIWANAN RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK PERWERDE VEKIRIN
ji bo piştgirîkirina ciwanan û pêşxistina jêhatîbûnên wan ji bo bidestxistina şarezayên pêwîst,Rêxistinên Civaka Demokratîk li Reqayê perwerdeya alîkariya pêşîn û jêhatîbûna kompîturê vekir.
hemşîre û perwerdekarê alîkariya pêşîn Fêsel El – Wasil da xuyakirin ku armanc ji van perwerdeyan ew e ku xelkên kantonê bikarin bi birîndar û nexweşan re bidin û bistînin.
Rêxistinên Civaka Demokratîk li Reqayê ji bo jin û ciwanên ku dixwazin alîkariya pêşîn û jêhatîbûna kompîturê hîn bibin, dewreyên perwerdeyê destpêkirin e.
Armanca vê projeyê piştgirîkirina ciwanan û pêşxistina jêhatîbûnên wan ji bo bidestxistina şarezayên pêwîst û kêmkirina bêkariyê ye.
Rola van dewreyan di peydakirina agahdariyên bijîjkî ya pêwîst de ku her malek hewce dike, nemaze di rewşên acîl de tê destnîşan kirin.
hemşîre û perwerdekarê alîkariya pêşîn Fêsel El – Wasil da xuyakirin ku armanc ji van perwerdeyan ew e ku xelkên kantonê bikarin bi birîndar û nexweşan re bidin û bistînin.
ji aliyê xwe ve perwerdegirê bi navê Elî El – Mehmûd diyar kir ku wî dest bi vê perwerdeyê kir da ku bibe hemşîreyek di nava malbat û civaka xwe de.
perwerdeyên bi vî rengî wekî gavên girîng ber bi hêzkirina ciwanan ku bi bandor beşdarî piştgirî û lênihêrîna bijîşkî ya kesên derdora xwe bibin tê dîtin.