Kanala ROJAVA TV

DI SALVEGERA DAGIRKIRINA EFRÎN DE PYD’Ê PANELEK LI DAR XIST

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê li Şehbayê bi bûneya salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê bi durişma “Bi rihê berxwedana biratiya gelan em ê dîwaran hilweşînin Efrîn û tevahî xaka Sûrieyê rizgar bikin”, panelek li dar xist.

Panel bi beşdarbûna bi dehan ji nûnerên partiyên siyasî, tevger û saziyên cûda li Hola kampa Serdem hat lidarxistin.

panel bi axaftina Hevserokê PYDˊê Salih Muslim ve destpêkir.
Salih Mislim anî ziman ku Efrîn her di planên dagirkeriya Tirkiyê de bû.
Salih Muslim got “Berdewama berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê di hemû şert û mercên zehmet de dê bibe misogeriya rizgarkirina  Efrînê.”

Panel li ser 2 beşan hate dabeşkirin, beşa yekem bi navê ‘Efrîn di bin siya Rêveberiya Xweser de’
Her wiha beşa duyem a panelê  bi navê ‘ Efrîn di pêvajoya berxwedanê de û piştî dagirkirinê’

Di dawiyê de beşdarên panelê gotin: “Divê tevahî gelê Sûriyeyê bibe yek, xaka Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser biparêzin.