MUNÎRA EHMED BEHSA ROJÊN BI ÊŞ ÊN DAGKIRIKINA EFRÎNÊ DIKE
Di 20`ê Çileya 2018`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî kantona Efrînê kirin.
Dagirkirina Efrînê pêvajoyeke çarenûsî bû ku herêmeke Rêveberiya Xweser e.
Lê (YPG û YPJ) û bi hezaran şêniyên kantonê çek rakirin, berxwedaneke dîrokî li hember artêşeke xurt a NATO`yê 58 rojan meşand.
berxwedana dîrokî ya Efrînê li hember destwerdana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de; dengê berxwedana serdemê bi cîhanê da hesandin.
Şahida rojên berxwedana Efrînê Munîra Ehmed behsa wan rojan dike.
Ev 6 salin ku Efrînî dûrî mal û welatê xwe ne.
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve şêniyên Efrînê berê xwe dan şehbayê û di kamnpan de bi cih bûn.
Şêniyên Efrînê heta niha jî tevî zehmetî,êrîşên dewleta Tirk, û dorpêça hikûmeta Şamê li berxwedidin.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Kantona Efrînê dagirkirin, guhartina demografî, sucên der mirovî, qetilkirin, revenadin, işkence, û qutkirina daran lê pêktîne.
Ev tev jî li ber bêdengî û çavê dunyayê û rêxistinên hiqûqî pêk tên.