Kanala ROJAVA TV

ARÎNA 9 SALÎ JI NIMÛNEYÊN JÊHATIYÊN TEKEKESÎ LI REQA YE

Arîn Etê keçeke temen 9 salî ye, di dibistaneke bajarê Reqayê de dixwîne.

Arîna biçûk bi awayekî herikbar nivîsên dirêj û axaftinên bi erebî û kurdî ji ezber dike û vedibêje.

Xweşbêjî û bilêvkirina wê ya balkêş bala mamoste û malbata wê dikêşin ser xwe, ji lewre ew dibin piştevanên wê yên sereke.

Bi hilbijartina mamosteyên xwe beşdarî Pêşbirka El Rewad dibe û asta yekem bi dest dixe.

Arîn dibêje, “ dibistan, mamoste û malbata wê alîkariya wê di xwendina nivîsan de kirine, her wiha wê alîkariya hevalên xwe yên ereb di fêrbûna zimanê kurdî de jî kiriye û hevalên xwe yên kurd fêrî zimanê erebî kiriye.”

Mamosteyê Erebî yê Arîn, Mahir Îmam diyar kir ku jêhatiyek xurt li cem xwendekara wan Arîn heye û dixwaze her dem li pêş be.

Komîteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê ji bo pêşxistina jêhatiyên takekesî yên zarokan û vekirina derfetê li pêş wan, her salê pêşbirka El Rewad li darxixe.