Kanala ROJAVA TV

SERHILDANA QAMIŞLO ÇIRÛSKA ŞOREŞA ROJAVA BÛ

12’ê Adara sala 2004’an rêjîma beis xwest gelê kurd qir û tune bikin.

Bi riya komkujîya li ser yargeha Şehîdên 12’ê Adarê xwestin ku tevlîheviyan di navbera pêkhateyan de derxin.

Di encama komkujîyê de 38 kes şehîd bûn, û bi dehan kes birîndar bûn û derdora 5 hezar kes hatin girtin.

Endamê Nivîsgeha Pêwendiyan Ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MIHEMED ELÎ HESEN tekez kir ku Serhildana 12’ê Adarê hîmê bingehîn ê şoreşa demokratîk a li Sûriyeyê danî.

MIHEMED BEYREM hevserokê partiya sûriyeya pêşerojê li Şehba jî got tevahî destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistin berhêmên serhildana Qamişlo ne

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û meclîsa Sûriyeya Demokratîk bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê kirin ku rewşa Sûriyeyê bibînin.