Kanala ROJAVA TV

JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN 12’Ê ADARÊ LI KOBANÊ MATÇEKE FOTBOLÊ HAT LIDARXISTIN

Bi boneya salvegera 20 emîn a serhildana 12 adarê ya li bajarê Qamişlo, matçeke fotbolê li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Matça fotbolê di navbera tîmên desteya werzîşê û zanîngeha Kobanê de hat lidarxistin.
Berîya destpêkirina matçê desteya ciwan û werzîşê daxuyaniyek da û şehîdên serhildanê bi bîr anî.

Piştre lîstikvanên her du tîman dest bi lîstikeke aştîyane kirin.

Di dawiyê de tîma zanîngehê bi qezenckirina 5 golan li hember tîma desteya ciwan û werzîşê bi ser ket.

Piştî bidawîbûna matçê desteya ciwan û werzîşê lîstikvan xelat kir.