Kanala ROJAVA TV

LI DÊRAZORÊ JI BO XWENDEKARÊN DIBISTANAN ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN

LI DÊRAZORÊ JI BO XWENDEKARÊN DIBISTANAN ÇALAKIYEK HAT LIDARXISTIN

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Dêrazorê ji bo bilindkirina moralên xwendekaran, çalakiyeke werzîşî li dar xist.

Bi sedan xwendekarên dibistanan, mamoste û rêveber beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de du tîm hatin avakirin û her du tîman matçeke fotbollê lîstin.

Piştî bidawîbûna matçê, desteya ciwan û werzîşê xwendekarên Dêrazorê xelat kir.

Li gorî desteya ciwanan, armanca wan bilindkirina moralên xwendekaran, xurtkirina karînên wan ên fîzîkî û manewî ye.