LI KOBANÊ ÇANDA KOSTEK BIRÎNÊ HETA NIHA HATIYE PARASTIN
Çandeke kevnar û balkêş li cem Kobaniyan heye ku ew jî bi tayekî dezî zarokan ji ketinê diparêzin.
Dapîran bi parastinê çanda kevnar derbasî nifşê nû kirine û yek ji wan çandan jî birîna kostekan e.
Dema ku zarok dest bi meşê dike, kesûkarên wan zarokan kosteka wan dibirin, da ku heta hetayê bi awayekî saxlem bimeşe.
Dayika Mewlûda Ibrahîm neviyê xwe tev şîraniyan xistiye hembêza xwe, da ku kosteka wî bibire.
Dayika Mewlûda ji Rojava Tv re behsa vê çandê kir û got ev çand ya kurdan e û gelekî kevnar e.
Dayika Mewlûda dibêje ku em bi çanda kostekên zarokên xwe gelekî kêfxweş in û tekez dike ku ew ê vê çandê mayînde bikin.
Kurdistan bi hemû reng û taybetmendiyên xwe cuda û balkêş e. Gelê Kurd ji seranserî dîrokê ve her dem çanda xwe ya kevnar parastine û ji nifşekî derbasî nifşekî din kirine.