Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA RÊVEBER A DÊRAZORÊ MALBATÊN KU JI KAMPA HOLÊ DERKETINE PÊŞWAZÎ KIR

Ji bo pêkanîna encamên kongreya xurtkirina ewlehî û aramiyê û piştî bidawîkirina rêkarên vegera malbatan ji kampa Holê, pêla yekem ya malbetan ber bi herêmên xwe ve hatin vegerandin.

Meclisa Rêveber a kantona Dêrezorê, Desteya Hundirîn, Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê di gera yekem de pêşwazî li kesên vegeriyayî kirin ku hejmara wan 69 malbat bûn.

Hevserokatiya Encumena Cîbicîkar, Desteya Hundirîn, Desteya Karûbarên Civakî û Komîteya Şopandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tekezî li ser şopandina karûbarên awareyan kir da ku wan careke din tevlî civakê bikin.

Encumena Cîbicîkar diyar kir ev xebat bi hemahengîya ligel Beşa Ragihandinê ya Navenda Sûrî ya Lêkolînan û Bernameya Xizmetên Bingehîn pêk tê.