ŞÊNIYÊN KOBANÊ JI BILINDBÛNA NIRXÊ MARÛKAN BI GAZIN IN
meha Remezanê, meha xêr û bereketiye, ev sê roj in li ser Remezanê re derbas dibin.
Li bajarê kobanê jî yek ji tiştên taybet û sereke di meha Remezanê de xwerin û kirîna marûkan e.
Şênî her roj beriya demijmêra fitaran berê xwe didin firneyan û marûkan dikirin.
Firnrya soro jî yek ji firneyên navdar li bajarê kobanê ye, ku her cureyên şiraniyê weke Marûk, Qetayif, Semûn hwd lê tê dîtin.
Lê îsal ji ber bilindbûna nirxê kirîna marûkan, qerebalixa li firnrya soro jî kêm bûye.
Şênîyên kobanê ji ber bilindbûna nirxan nikarin marûkan bikirin û daxwaza daxistina nirxên wan dikin.
Hevdemî bilindbûna nirxê dolarê emerîkî li bermaber daketina nirxê lîreya Sûrî, nirxên kelûpelan jî zêdetir dibin.
Şîrovekarên aborî dibêjin, eger rewş wiha bidome, dê bandoreke neyînî li tevahî qadên jiyanê bike.