DEWLETA TIRK BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK DEMOGRAFIYA EFRÎNÊ DIGUHERÎNE
18’ê adara sala 2018’an piştî berxwedan û têkoşîna 58 rojan, bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin.
Di van 6 salên dagirkeriyê de bi hezaran bûyerên hovane yên kuştin, revandin û talankirinê li Efrînê pêk hatin û hîna jî didomin.
Her wiha demografya herêmê bi awayekî sîstematîk tê guhertin. Zimanê Tirkî tê ferzkirin û şûnwarên dîrokî tên talankirin.
Jinên Efrînî gotin, li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî tên meşandin û bi taybet li dijî jinan.
Her wiha jinên Efrînî tekez kirin ku ji bo vegera li Efrînê ew ê her dem di nava têkoşînê de bin û mana wan a li Şehbayê jî îsbata wê yekê ye.
Dewleta tirk bi riya bikaranîna komên çete yên di van salên dawî de derketin holê herêmên Bab, Ezaz, Cerablûs, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kir.
Li herêmên ku şêniyên wê di nava jiyaneke aram de dijiyan, bi dagirkeriyê re jiyana niştecihên wê veguherî dojehê.