TEV-DEM Û YEKÎTIYA KEDKARAN A EFRÎN Û ŞEHBAYÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIRIN
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Yekîtiya Kedkaran a kantona Efrîn û Şehbayê, bi boneya roja 8’ê Adarê serdana kedekarên jin ên ku di zeviyan de kar dikin kirin û 8’ê adarê li wan pîroz kirin.
Şande ji endamên jın a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û hevserokatiya Yekîtiya Kedkaran a Efrîn û Şehbayê pêk hat.
Şande bi kêfxweşıyeke mezin li gel kedkarên jın û mêr yên ku li zeviyên derdora gundê Til Qirah kar dikirin, civiyan.
Serdan bi balkişandina li ser rola jinên kedkar di pêşketina civakan de û dayîna diyariyan ji kedkaran re bi dawî bû.