Kanala ROJAVA TV

AKADEMIYA ŞEHÎD CEMAL KOBANÎ DEWREYA 140 ŞERVANÊN XWEBEXŞ BI DAWÎ KIR

Akademiya Şehîd Cemal Kobanî ya Erka xweparastinê li bajarokê Mensûra yê Reqayê dewreya şehîd Şervan Hesen Şandor bi merasîmekê dawî kir.

Di dewreyê de 140 şervanên xwebexş tevlê bibûn. Şervanan di dewreyê de dersên fikirî û siyasî dîtin.

Di merasîma derçûnê de axaftin hatin kirin derçûna dewreyê hat pîrozkirin. Her wiha bal heta kişand li ser giringiya parastina xaka welat, parastina destkeftên şehîdan û şopandina riya wan.

Merasîma bi pêşandana toraneke leşkerî ya girîngtirîn jêhatîbûna şervanan di dema perwerdeya xwe de, bi dawî bû.

Rêvebir û berpirsên dewreyê diyar kirin ku şervanan ji bo fêmkirina prensîbên neteweya demokratîk û ramana leşkerî, perwerdeya fikrî û siyasî dîtin.