Kanala ROJAVA TV

JINÊN DÊRAZORÊ BI ŞAHIYEKÊ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIRIN

Hemwextî boneya 8’ê Adarê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Kantona Dêrazorê şahiyek lidarxistin û 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin.

Şahî bi beşdariya jin û pêkhateyên kantonê li bajarokê El-kesra ya Dêrazorê hat lidarxistin.

Di şahiyê de axaftin hat kirin û tê de bal kişandin ser fedekariyên xelkên bakur û Rojhilatê Sûriyê, dîroka jin her wiha destkeftiyên ku jinan bi saya projeya Rêveberiya Xweser bi dest xistine.

Her di şahiyê de komên çandî û hunerî berhemên pêşkêş kirin.

Jinên Dêrazorê ji Rojava TV re gotin, bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn xwedî maf.