YPJ’Ê BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE BÛ SÎWANA TEVAHÎ JINAN
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê 8’ê Adarê li Rêber APO û jinên têkoşer pîroz kirin û gotin, Rêber APO bi felsefeya xwe jiyana wan ronî kir.
Her wiha Şervanan tekez kirin ku ji bo pêkanîna erkên xwe ew ê têkoşînê geştir bikin.
Bi gotina “jina şer dike azad dibe, azad dibe, bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin” keziyên xwe yên mor hûnandin û ji bo xwegihandina azadiyê artêşbûna xwe avakirin. Ew in YPJ’ê ne.
YPJ’ê bi têkoşîn û berxwedana xwe hemû rojên xwe kirin rojên ji bo rizgariya ji zilm, bindestî û tundiyê.
Li ser bîrdoziya Rêber APO û di oxira rizgariya jin û azadiyê de, şerê hebûnê meşandin.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê 8’ê Adarê li Rêber APO û jinên têkoşer pîroz kirin û gotin, Rêber APO bi felsefeya xwe jiyana wan ronî kir û rihê 8’ê adarê li her derê geş kir.Her wiha Şervanan diyar kirin ku erka wan rizgarkirina tevahî jinan ji zilm û zordestiyê ye, ji bo pêkanîna vê erkê ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.
Damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku bi destê wê terora herî xeter di cîhanê de DAIŞ têk çû, bersiva hemû nêzîkatiyên tund û paşverû yên li dijî jinan da.
YPJ’ê bû sîwana tevahî jinan.