Kanala ROJAVA TV

JINÊN REQA: JINAN BI ÎDYOLOJIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK MAFÊN XWE BI DEST XISTIN

Rêveberên û şervanên di qada leşkerî de cih digrin destnîşan kirin ku bi saya rêveberiya xweser jinan xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadan de karîbûn bi tevahî mafên xwe bi dest bixin.

Beriya çend salan li vî bajarî jin hatibû kole kirin, Ne reng û ne dengê wê dihat bihîstin, û ji mafê bê par mabû.

Lê îro jin bi saya Neteweya Dermokratîk azad e û di hemû qadan de roleke mezin dilîze.

Rêveberên û şervanên jin di qada leşkerî ên Reqa de kar dikin diyar kirin ku jin di parastina nirxên edalet û azadiyê de roleke girîng dilîze.

Rêvebera buroya malbatên şervanan Hevrîn El-Ehmed diyar kir ku gava me ya yekem bi saya fikir û felesefeya Rêber Abdullah Ocalan bû

Mazgin El-Hesen jî got ku emê hemû rojên xwe bikin roja azdiya jinê,û em 8ê adarê li her tekoşerkê pîroz dikin.

Jinan hêza xwe ye leşkerî piştî serdema reş a DAIŞ ê xwe bi rêxistin kir û di hemû qadan de xwe îsbat kir.
her wiha piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên daiş êdî jin îro roleke avaker dilîze.