Kanala ROJAVA TV

JINÊN DÊRAZORÊ BI BONYA 8’Ê ADARÊ SERDANA MECLÎSA LEŞKERÎ KIRIN

Di çarçoveya rêzeçalekiyên ji bo pîrozkirina 8’ê adarê de, Endamên Meclîsa Herêma Rojhilat a Dêra Zorê û kombûna jinên Zenûbiya çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de serdana Meclîsa Leşkerî ya Hecîn,hêzên Ewlekariya Hundirîn û Şaredariyên gel kirin.
Serdan bi boneya nêzhatina roja 8’ê adarê her wiha bi armanca pêşkêşkirina peyameke rêzgirtin ji hêzên leşkerî re li ser kar û xebatên wan yên di çarçoveya parastinê de pêkhat.
Di serdanê de jinan bi boneya Roja vejîna Jinan ya Cîhanê gul diyarî hêzên leşkerî kirin.