Kanala ROJAVA TV

LI HERÊMÊ BI DAXUYANIYÊN CÛDA ÊRÎŞA DEWLETA TIRK HAT ŞERMEZARKIRIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê her wiha Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyên cuda êrîşa doh a dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û tekez kirin ku, ew ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe têkoşînê mezin bikin.Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê îro li Kampa Serdem a naveçeya Ehdas ji bo şermzarkirina êrîşan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser, sûc û şerê xwe yê li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Her wiha bang li hemû gelan hat kirin ku erka xwe pêk bînin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

Li aliyekî din Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî endamên hêzên sotoro şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe bi taybet bi hedefgirtina hêzên ewlehiyê re zagon û pîvanên navnetewî binpê dike.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di dawiyê de tekez kir ku, ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe ew ê têkoşînê bilind bikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker îro çewlikeke mirîşkan li gundê Teanê yê Şehbayê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyek şehîd bû, yek jî birîndar bû.