Kanala ROJAVA TV

MECLISA JINAN A KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK TUNDIYA LI DIJÎ 2 JINAN RED KIR

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk yên şaxên, Reqa, Hesek û Helebê bi daxuyaniyên cûda tundiya li dijî du jinan li gundê Til El Semen ê kantona Reqayê şermezar kirin .

Her wiha di daxuyaniyan de, banga hesabpirsînê ji sûcdaran kirin.

Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxên, Reqa, Hesek û Helebê bi daxuyaniyên cûda tundiya li dijî du jinan li gundê Til El Semen ê kantona Reqayê şermezar kirin .

Meclisa jin a Kongra Islama Demokratîk a Reqayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tundiya li dijî jinan qet nayê qebûlkirin .

Her wiha meclisê destnîşan kir ku ew ê li hember tundiya li dijî jinan bê deng nemînin .

Meclisa jin a Kongra Islama Demokratîk a Reqayê di dawiya daxuyaniya xwe de banga hesabpirsînê ji sûcdaran kir .

Her wiha Meclisa jin a Kongra Islama Demokratîk a Hesekê jî bi daxuyaniyekê tundiya li dijî her du jinan şermezar kir .

Di daxuyaniyê de, meclisê destnîşan kir ku zihniyeta baviksalarî qebûl nake jin tev li avakirina xwe û civaka xwe bibe.

Meclisê destnîşan kir ku armanca van sûcan jî kolekirina jinan e.

Meclisa jin a Kongra Islama Demokratîk a Helebê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku, jin her tim bûye qurbana pergalên serdest û zihniyeta baviksalarî .

Meclisê bang li jinan kir ku bibin yek û hesab ji Sûcdaran bixwazin da ku rê li pêşiya bûyerên wiha bêne girtin.