Kanala ROJAVA TV

DAYIKÊN GERÎLAYAN TEVGERA HÊZÊN IRAQÊ LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Dayikên gerîlayan û dayikên şehîdan bi daxuyaniyekê, tevgera hêzên Iraqê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga serhildanê kirin.

Dayîkan di daxuyaniya xwe de gotin, gerîlayên azadiyê li hember êrîş û planên dewleta Tirk a dagirker a qirkirin û dagirkirina Kurdistanê, herêmê diparêzin.

Dayîkan diyar kirin ku, tevgerên hêzên Iraqê ber bi nuqteyên gerîlayan ve wekî vekirina rê li pêşiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker da ku serdestiya hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê binpê bike.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi tevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat kirin û wek xiyaneteke mezin hat pênasekirin.

Dayikan bang li gelê Iraqê kirin ku li hemeber kiryarên derexlaqî û siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwestên cidî nîşan bidin.