Kanala ROJAVA TV

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER YA FIRATÊ 3’EMÎN KONFERANSA XWE LI DAR XIST

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya kantona Firatê di bin dirûşmeya “bi vejîna ciwanan em ê xwe rêxistin bikin û Rêber APO azad bikin” konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Konferans bi beşdariya endamên tevgerê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û Kongra Star dest pê kir.

Di konferansê de hevseroka desteya ciwan û werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û got, em ê birêxistinkirina xwe azadiya Rêber APO misoger bikin.

Her wiha rewşa siyasî û xebatên tevgera ciwanên şoreşger hatin nirxandin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.