Kanala ROJAVA TV

SURYANÊN HERÊMÊ BI PANELEKÊ REWŞA ZIMANÊ XWE NÎQAŞ KIRIN

KÎNO GEBRIYÊL - ENDAMÊ NAVENDA LÊKOLÎNAN A SURYANÎ

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê , Navenda Lêkolînan a Suryanî û saziya Olf Tau ya zimanê Suryanî panelek bi navê “Zimanê Suryanî nasnameya min e” li dar xist.
Panel ji aliyê endamê Navenda Lêkolînan a Suryanî Kîno Gebriyêl, cîgirê serokê rêxistina Aşûrî Beşîr Seidî û endamê navenda Bêt Kano, Corc Efram ve, li hola dêra Suryanên Katolîk a li Qamişlo hat dayîn.
Di panelê de, rewşa zimanê Suryanî û zehmetiyên li pêşiya wî, Her wiha Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de mafên çandî yên Suryanan û pêkhateyên din hatine parastin, hat nîqaşkirin.
Di dawiya panelê de ji bo pêşxistina îradeya siyasî ya bidestxistina mafên Suryanan hejmarek ji pêşniyarên bi sûd û plansaziyeke pêkanînê hat dayîn.