ZAGONA ŞAREDARIYAN LI DÊRAZORÊ HATE NÎQAŞKIRIN
MAHIR ELAWÎ - HEVSEROKÊ DESTEYA ŞAREDARIYAN A DÊRAZORÊ
Ji bo çalakkirina qanûna nû ya şaredariyan û pêşxistina xebatên şaredariyan, Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Dêrazorê civînek li dar xist
Civîn li hola Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma El-Meamel li dar ket û tê de komîteya rêveberiyên herêmî, şaredariyên Dêrazorê, serokên komîte û rêveberiyên hevbeş û endamên Rêveberiya Perwerdeyê cih girtin.
Civîn bi xwendin û zelalkirina bendên qanûna nû ya şaredariyan û nîqaşkirina wê ji bo pêşxistina kar,derbaskirina zehmetiyan û diyarkirina erkên ku di sala niha de ji bo şaredariyan hatine destnîşankirin destpêkir.
beşdaran gelek xal û bendên sererastkirina qanûnê pêşkêş kirin û bi yekdengî erêkirina wê li gorî pêwîstiya civakê dengdan hat kirin.