Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESR TEVÎ HEMÛ ZEHMETIYAN ZIMANÊ KURDÎ PARAST

Hevserok û Xwendekarên bajarê Kobanê li gel Rojava TV roja 21 sibatê pîrozkirin û gotin zimanê kurdî ji sedê salan ve dihat qedexekirin û ev yek ne li gorî ti pîvnên navdewletî bû.

Her wiha destnîşan kirin ku tevî êrîşên Tikriyê ên li dijî herêmê wan zimanê xwe parast.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê her sal 21`ê Sibatê tê pîrozkirin.

Bi boneya roja zimanê dayikê gelên kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi çoşeke mezin 21 sibatê pêşwazîdikin.

piştî salên dirêj ji qedexe û asîmîlasyonê, bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê zimanê kurdî hatiye parastin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Desteya Perwrede û Fêrkirinê yê kantona Firatê Bekir Cerade roja zimanê dayikê li gelê Kurd pîrozkir û got, tevî ku li gor pîvanên Navneteweyî ji mafê her kesî bû ku bi zimanê xwe biaxive lê mixabin li her çar aliyên kurdistanê zimanê kurdî dihat qedexe kirin.

Xwendekara bi navê Dilaz Sofê jî got ku tevî êrîşên Tirkiyê ên li dijî herêma, wan karîbû ziman ,çand û kultura xwe ya kurdî biparêzin.

Tevî hewlên tunekirina zimanê zikmakî yê kurdî ji aliyê dewletên serdest ve, gelê Kurd karîbû ziman û çanda xwe biparêze û niha zimanê dayikê di dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûye bernameya xwendinê.