ŞÊNIYÊN MINBICÊ PERGALA PERWERDEYA PIRZIMANÎ BINGEH DIGIRIN
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeya pirzimanî serwere, ku mafê her pêkhateyekî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne.
derbarê roja zimanê dayîkê şêniyên kantona Minbicê gotin ku Pergala perwerdeya pirzimanî û pirçandî ji xwe re wekî pîvana sereke bingeh digire.
Yek ji gavên herî girîng ku li herêma Rêveberiya Xweser hatiye avêtin, pergala perwerdeyê ye ku xwendina bi zimanê dayikê esas digire.
Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê qedexekirina perwerde û fêrkirina bi zimanê dayikê, axaftin û dan û standina ji derveyî zimanê erebî jî ji milê rejîma Baasê ve dihate qedexekirin.
Lê piştî sala 2012’an sîstema perwerdeyê li gorî xweseriya civakan esas hate girtin.
Şêniyên Kantona Minbicê bi boneya 21 sibatê roja zimanê dayikê gotin “Pergala perwerdeya pirzimanî û pirçandî ji xwe re wekî pîvana sereke bingeh digire.
Şêniyên Minbic gotin ji bo parastina zimanê xwe divê em zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin.
Îro li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zimanê pêkhateyên herêmê di hemû warên jiyana civakî, zanistî û çandî de wekhev in.
li ser esasê netewa demokrat li seranserî herêmê jî her pêkhateyek bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne û mafê pêkhateyan di zagonan de jî tê parastin.