Kanala ROJAVA TV

KAMPA HOL .. BOMBEYA LI BER TEQÎNÊ YE

Parêzer Xalid El-Hesen derbarê kampa Holê û oerasyonên Ewlehiyê de nirxandin kir û diyar kir ku kampa Holê metirsiyê li ser tevahiya herêmê çêdike.
Her wiha destnîşan kir ku civaka Navdewletî dosyaya herî xeternak ya çeteyên DAIŞ ê paşguhdike .

Piştî Baxoza Dêrazorê dawî pêgeha DAIŞ li herêmê hat rizgarkirin, bi hezaran malbatên DAIŞ’ê ji bo Kampa Holê hatin veguhestin.

DAIŞ’a ku di warê leşkerî û erdîgarî de têk çû, li Kampa Holê di warê îdolojîk de xwe ji nû ve birêxistin kir.

Bi armanca têkbirina hewlên DAIŞ’ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 car in Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li vê kampê didin destpêkirin.

Têkildarî mijarê parêzer Xalid El-Hesen diyar kir ku kampa Holê metirsiyê li ser tevahiya herêmê çêdike.

Xalid El-Hesen destnîşan kir ku civaka Navdewletî dosyaya herî xeternak ya çeteyên DAIŞ ê paşguhdike .

Tevî bangên Rêveberiya Xwesr û QSD’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ’ê û vegerandina wan bo wlatên wan, li hember dosyaya DAIŞ’ê cîhan her bêdeng e.