Kanala ROJAVA TV

JI BO AZADIYA RÊBER APO, LI REQA KONFERANSEK TÊ LIDARXISTIN

Kongra Star û Kombûna jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi dirûşma Bi felsefeya jin jiyan azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin, konferansek li dar xist.
Konferans li hola Mişwar a bajêr û bi amadebûna saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk , hate lidarxistin.
Di konferansê de mijarên mîna Encamên komploya navneteweyî û bandora wê ya li ser rewşa siyasî, Binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêngava azadiya Rêberê APO, hatin nîqaşkirin.
Beşdarên konferansê tekezî bi bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber APO kirin .