LI REQAYÊ PERWERDEYA ŞERVANÊN ERKA XWEPARASTINÊ BI DAWÎ BÛ
Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê bi merasîmekê Perwereya şervanên Erka Xweparastinê bi dawî kir .
Di merasîmê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn .
Perwerde 2 mehan dom kir û tê de waneyên siyasî û leşkerî hatin dayîn .
Şervanan destnîşan kirin ku ew ê bi hemû cesareta xwe parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.
Merasîm bi dîlanên gelêrî û stranên welatparêziyê bi dawî bû .