YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A REQAYÊ DERBARÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO DE CIVÎNEK LI DAR XIST
Yekîtiya Jinên Ciwan a Knatona Reqayê ji bo danasîna komploya li dijî Rêber APO, civîneke berfireh li dar xist.
Civîn li lîstikgeha E Beledî a bajêr bi beşdariya endamên Sazî, komîte û rêxistinên jinan hate lidarxistin .
Di civînê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku armanca komploya navneteweyî ji holêrakirina felsefeya Rêber APO bû.
Her wiha di derbarê komploya 15 sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de sinifîzyonek hate pêşandan .