Kanala ROJAVA TV

KONFERANSA 8’AN A TEVGERA ÇAND Û HUNERA MEZOPOTAMYAYÊ BI DAWÎ BÛ

8’emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezpotamya ku bi dirûşma “bi rihê azadiya gel a şoreşgerî, em bigihêjin azadiya fîzîkî ya rêber Apo û çanda netewa demokratîk ava bikin’’ di roja xwe ya 2’emîn de bi dawî bû.

200 delege, ji rêveber û endamên deste û tevgerên Hîlala Zêrîn, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezpotamya ya kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konfernasê bûn.

Di roja 2’yemîn a konfiransê de rapora 2 salan a TEV-Çand hat xwendin, her wiha rewşa rêxistinî û kar û xebatên 2 salan hat nîqaşkirin.

Piştî nirxandin û nîqaşan, beşdaran pêşinyarên xwe ji bo plansaziya kar û xebatê sala 2024’ pêşkêş kirin.

Çavrê ye ku konfirand bi encamnameyekê û hilbijatina 2 hevserokên nû bi dawî bibe..