KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK LI KOBANÊ CIVÎNEK LI DAR XIST
Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk ya kantona Firatê jî ji bo danasîna rêziknameya xwe û nîqaşkirina encamnameya konferansê, civînek li bajarê Kobanê li dar xist.
Di civînê de nûnerên desteya jin, kongreya Star û rêxistinên jinan amade bûn.
Meclîsa Jin rêziknameya xwe ya nû da naskirin û bendên wê jî ji beşdaran re xwend.
Her wiha nîqaş li ser wan bendan û çawaniya pêkanîna wan hate kirin.
Beşdarên civînê jî di dawiyê de pêşniyarên xwe bi parve kirin.