Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN A KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK RÊZIKNAMEYA XWE DA NASÎN

Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk ji bo danasîna rêziknameya xwe ya nû, îro civînek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Rêvebirên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û rûspiyên herêmê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rêziknameya Meclisa Jin ku di hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de hat erêkirin, hate nîqaşkirin.

Meclisa Jin bendên rêziknameyê ji beşdaran re xwend û behsa giringiya wê kir.

Beşdarên civînê jî nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser avakirina civakeke wekhev kirin.