Kanala ROJAVA TV

ÇETEYÊN TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ CEZAYÊN GIRAN LI JINAN DIBIRIN

MIHEMED EBDO - BERDEVKÊ RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎN-SÛRIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, bi darvekirin an jî cezayê girtina demdirêj, sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên eşkere; taybet li dijî jinan dikin.
li hember van kiriyaran rêxistinên mirovî û yên mafê jinan banga rawestandina sûcên dagirkeran dikin.

RAPOR

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, bi darvekirin an jî cezayê girtina demdirêj, sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên eşkere; taybet li dijî jinan dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Mihemed Ebdo taybet li gel Rojava TV bal kişand ser sûcên ku dewleta Tirk li kantona Efrînê bêk tîne.

Ji aliyê xwe ve endama Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê “Tekoşîn Mihemed” diyar kir ku mafê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi yek car tune ye ku cezayê îdamê li jinan bibire.

Cezayê îdamê di lênûsa reş a Trikiyê û çeteyên wê de ne tiştekî nû ye , ji ber ku ji destpêka êrîşa li ser Efrînê heta roja îro, bi berdewamî binpêkirinan dikin.