RÊVEBERÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BEHSA KÊLIYÊN DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ DIKIN
Bi boneya salvegera 6’an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kantona Efrînê, Rêveberên Efrîn û Şehbayê, behsa kêliyên êşê û sekna gelê berxwedêr kirin.
20 çileyê li gel Efrîniyan ji rojên dîroka reş e, ji ber ku wan vedigerîne kêliyên bi êş yên destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser paytexta zeytûnan.
Endama Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrîn û Şehbayê Fatma Silêman behsa mebesta destpêkitrina Dewleta Tirk ji êrişê kir û ew roj bi roja reş pênase kir.
Bi pênaseyeke nû ji vê êrişê re hevserokê meclîsa kampa Serdemê Hemîd Ebdo êriş weke vejandina serdema Osmanî ji aliyê Erdogan û çeteyên wî ve pênase kir.
Piştî 58 rojan ji berxwedaniyeke bê hempa li hember top û êrişên giran, gel neçar ma ku koçî Şehbayê bibe, lê weke endama komîteya Perwerdeyê ya meclîsa kampa Serdemê Gulîstan Mistefa dibêje, gel ticarî dev berxwedaniya xwe berneda û li nav kampan qonaxa duyem ji berxwedaniya xwe meşand.
Ji roja destpêkirina êrişan û heya bi roja me ya îro , Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên tund û destdirêjiya bi armanc li gel, xweza û dîroka Efrînê dikin, bêyî ku yek ji dewletên cîhanî deng an hewlesteke mirovî li dijî wê nîşan bide.