Kanala ROJAVA TV

JI BER ÊRÎŞAN 2 STASYONÊN KEHREBÊ LI KANTONA FIRATÊ JI XIZMETÊ DERKETIN

Hevserokên Ofîsa Enerjiyê yê Kantona Firatê ji Rojava TV re behsa zirarên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li stasyonên kehrebeyê yên li Eyn Îsa û Kobanê bûne kirin û gotin piştî hedefgirtinê stasyon ji xizmetê derketine.
Di 14’ê çileyê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov stasyona navçeya Eyn Îsa û stasyona Bajarê Kobanê kir hedef.

Di encam de her du stasyon ji xizmetê derketin û pê re 660 gund li Kantona Firatê bê kehrebe man.

Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Ayşa Nasir behsa stasyona kehrebeyê ya Eyn Îsa kir û got vê stasyonê 10 wat kehrebe dida navçeyê û tevahî gundên derdorê.
Cîgirê hevserokatiya Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Fehed Mihemed jî behsa zirarên ku gihiştine stasyona Kobanê kir û diyar kir ku ji ber êrîşan Kobanê bi temamî di tariyê de ye.

Li gorî şîrovekarên herêmê armaca dewleta Tirk a dagirker hilweşandina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.