Kanala ROJAVA TV

HENA SEWMÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR KIRIN

lêkolînerê di warê gelê resen de Hena Sewmê têkldarê êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê got, hevgirtina pêkhateyên herêmê ne li gorî zehniyeta Tirkiyê ye lewma êrîşan pêk tîne.
Her wiha Hena Sewmê destnîşan kir ku Tirkiyê armenc dike carke din DAIŞ li herêmê vejîne.

13 vê mehê Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşên xwe yên bê ser û ber li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kirin.

Tirkiyê ji bejahî û hewayî ve êrîşî kir û tevahî saziyên xizmet û binesazî kir hedef.

Hena Sewmê lêkolîner di warê gelê resen de ku ji pêkheteyên Xiristiyane bi van gotinan helwesta xwe li hember êrîşan nîşan da .

Hena Sewmê destnîşan kir ku Tirkiyê armanc dike careke din DAIŞ li herêmê vejîne.

Her ku diçe Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cûrbecûr êrîşên xwe li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû dike di wan êrîşan de binesaziya herêmê û bi dehan navendên stratejîk wêran kir.