Kanala ROJAVA TV

HRRK’Ê XELATA AFIRÎNERIYÊ YA SALA 2023’AN AŞKERE KIR

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi kongreyeke Çapemeniyê xelata Afirînerîyê ya sala 2023’yan eşkere kir.

Kongre li navenda HRRK’ê ya li Qamişlo bi amadebûna bi dehan rewşenbîr, wêjevan û hunermendan hate lidarxistin.

Hevgirtinê di kongreya xwe de aşkere kir ku hunermend Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî xelata Afirîneriyê bi dest xistine.

Her wiha teqez kir ku hilbijartina serkeftiyan li gorî tecrûbe û bandora wan a li ser qada Çandê ye.

Biryar bû ku di 28’ê Kanûnê de xelata Afirînerîyê bihata dayîn, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hate taloqkirin .