DESTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ YA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALA 2023’YAN LI DAR XIST
Desteya Ciwan û werzîşê ya kantona Firatê civîna xwe ya sala 2023’yan li Kobanê li dar xist û rewşa desteyê nîqaş kir.
Bi dehan endam û rêveberên Desteyê li hola Civînan a Meclisa Cibicîkar a kantona Firatê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Rewşa Siyasî hate nirxandin, rapora salê hate xwendin û sinivizyonek jî li ser kar û xebatên desteyê hate pêşandan.
Her wiha rewşa rêxistinî ya desteyê, pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya karûxebatên wan derdikevin, hatin nîqaşkirin.
Civîn bi wergirtina hindek biryarên weke lidarxistina şampyonan û belavkirina çanda sporê di nava dibistanan de, bi dawî bû.