Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN MINBICÊ BI COŞEKE MEZIN BERÊ XWE DIDIN DIBISTANAN

Li dibistanên bajarê Minbicê û gundewarên wê, sala xwendinê ya nû bi coşeke mezin dest pê kir.

Beriya vekirina dergehên dibistanan, komîteya perwerde û fêrkirinê tevahî rêkarên pêwîst wergirtin û amadekariyên xwe bi dawî kirin.

Her wiha ji bo pêşxistina kerta perwerdehiyê jî, komîteyê perwerdeyên taybet ji bo mamosteyan vekirin.

Hevserokê Komîteya perwerde û fêrkirinê ya Minbicê Îbrahîm Tah diyar dike ku ji ber kêmbûna mamosteyan, ew rastî zehmetiyan tên.

Her wiha dibêje, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hejmarek ji dibistanên gundan wêran bûne.