XWENDEKARÊN TENDURISTÎ YÊN ŞEHBAYÊ WELATIYAN PERWERDE DIKIN
Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê ya Şehbayê, li navçeyên kantonê digerin û perwerdeyên alîkariyên destpêkî pêşkêşî xelkê dikin.
17 Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê ev 2 sal in dixwînin û îsal ew ê der biçin.
Beriya derçûnê xwendekar bi hemahengiya ligel Rêveberiya xwe, ji bo perwerdekirin û hişyarkirina civakê, perwerdeyên tenduristî pêşkêş dikin.
Xwendekar li navçeyên kantonê û kampan digerin û rahênanên wekî alîkariyên destpêkî û çawaniya serederiya li gel rewşên awarte, pêşkêş dikin.
Xwendekarên ku li ber deriyê derçûnê ne, diyar dikin ku armanca wan perwerdekirina civakê ye.