Kanala ROJAVA TV

TAWANÊN ÇETEYÊN TIRKIYÊ YÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ZÊDETIR DIBIN

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî Sûad Hiso behsa kiryarên çeteyan yên li herêmên dagirkirî dike û dibêje, çeteyên Tirkiyê herî zêde jinan hedef digrin.

Her wiha diyar dike ku rewşa Kurdên Êzidî yên li Efrînê têk çûye.

Ji dema dagirkirina bajarê Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, tawan û kiryarên hovane, li dijî xelkên wê pêk tînin.

Her wiha di van demên dawiyê de bi awayekî pir zêde, çeteyên Tirkiyê zarokên keç direvînin û destdirêjiyên zayendî li dijî wan pêk tînin.

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî Sûad Hiso dibêje, çeteyên Tirkiyê herî zêde jinan hedef digrin.

Her wiha Sûad Hiso behsa rewşa Kurdên Êzidî yên li Efrînê dike û diyar dike ku, rewşa wan têk çûye.

Li gorî amarên fermî, beriya dagirkirinê zêdetirî ji sedî 95’ê niştecihên Efrînê kurd bûn, lê niha rêjeya Kurdan daketiye kêmtirî ji sedî 15 û roj bi roj ber bi kêmbûnê ve diçe.