Kanala ROJAVA TV

QSD`ê hin mayîn li gundewarê Dêrazorê bê bandor kir

Tîmên pirspor ên QSD`ê hin mayîn bê bandor kirin ku ji bo hedefgirtina hêzên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” hatibûn bicihkirin.

Li ser agahdariya şêniyek bajarokê Hewaêc Bû Mesa, tîmên endezeya mayînan a bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê berê xwe da cihê nîşan daye. Her wiha mayînên ku li rex rêya bajarokê Hewaêc Bû Mesa yê rojavayê Dêrazorê hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Li herêmê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 27`ê Tebaxê de li dijî şaneyên DAIŞ`ê, bazirganên narkotîkê û hin kesên sûcdar, li ser daxwaza rûspiyên herêmê dest bi operasyona “Xurtkirina Ewelehiyê” kir.