Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK KOMKUJIYEKE HOVANE LI DIJÎ ZAROKÊN MINBICÊ PÊK ANÎ

Dewleta Tirk a dagirker duh li gundewarên Minbicê komkujiyek pêk anî û di encamê de 4 zarok şehîd bûn.
Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Rûspiyên wê bi daxuyaniyên cuda komkujî şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk a dagirker dixwaze aramî û hevgirtina gelê herêmê têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker ji duh ve bi dijwarî êrîşî gundewarên bajarê Minbicê dike û dixwaze rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike.

Dagirkeriyê û çeteyê wê, duh li gundê Muhsenlî yê bakur-rojavayê Minbicê komkujiyeke hovane pêk anîn û di encamê de 4 zarokên bêguneh şehîd bûn.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê îro bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li dijî sivîlan şermezar kir.

Rêveberiya Minbicê dibêje, dewleta Tirk a dagirker bêserûber êrîşî herêmê dike û dixwaze aramî û hevgirtina gelê herêmê têk bibe.

Her wiha aşkere dike ku hevdem cîhanê roja aştiya cîhanî pêşwazî dikir, dewleta Tirk komkujiyeke hovane li dijî zarokên Minbicê pêk anî.

Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl a Minbicê bang li civaka navdewletî dike ku erkên xwe pêk bînin û komkujiyên Tirkiyê rawestînin.

Her wiha rûspî û şêxên Minbicê jî bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li dij sivîlan şermezar kirin.

Rûspî dibêjin, çeteyên Tirkiyê xwestin rûbera dagirkeriya xwe berfireh bikin, lê rastî berxwedana şervanan hatin û êrîşa wan têk çû.

Her wiha diyar dikin ku armanca êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û hevgirtina pêkhateyên herêmê ye.

Di beşekî din a daxuyaniyê de Rûspiyên Minbicê balkişandin ser rewşa Dêrazorê û aşkere dikin ku hineh hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê dixwazin tevliheviyê derxin.

Rûspiyên Minbicê bang li tevahî hozên Dêrazorê dikin ku bi hestyarî tevbigerin û nekevin xefkên planên hêzên têkder.