Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN REQAYÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Bi armanca şermezarkirina Tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Şêniyên bajarê Reqayê meşeke girseyî li dar xistin.

Bi sedan şênî, endamên saziyên Sivîl, Encumena Malbatên Şehîdan û tevgerên jinan tevlî meşê bûn.
Meş ji Hola Giştî destpêkir û li çerxerêya Neîm veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de daxuyanî ji aliyê Encumena Malbatên Şehîdan û Kombûna jinan a Zenûbyayê ve hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê hiqûq tê binpêkirin û pêwîst e aliyên peywendîdar erkên xwe cî bi cî bikin.
Meş bi diruşmeyên ” Bê Serok Jiyan Nabe ” bi dawî bû.