Kanala ROJAVA TV

NIVÎSGEHA JINÊ YA ŞAREDARIYA GEL A AMÛDÊ PARKA JINÊ VEKIR

Bi boneya nêzîkbûna roja dayikan a ku dikeve 13ê vê mehê, Nivîsgeha Jin a Şaredariya Gel a bajarê Amûdê parkek bi navê jinan li taxa El-Mesakên vekir.

Di merasîma vekirinê de saziyên civaka sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, şêniyên bajarê Amûdê û hejmareke zarok amade bûn.

Vekirin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Newroz Elî park vekir.

Merasîm bi gerandina govend û govendên folklorî û gotina stranan ji aliyê malbat û beşdaran ve bi dawî bû.