LI REQAYÊ ŞEHÎD MIZGÎN Û HEVRÊYÊN WÊ HATIN BIBÎRANÎN
Li kantona Reqayê Şehîd Mizgîn, Leyla Qasim û Şêrîn Elemholî bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi sponseriya desteya çandê ya Reqayê û Tevegra Hîlala Zêrîn li navenda çand û hunera Reqayê hat lidarxistin.
Bi dehan welatiyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û her sê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.
Her wiha hate gotin, jinên ku xwe bi felsefe û ramanên Rêber APO perwerde kirine, her dem bûne pêşengên civakan.
Piştre sînevizyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan û komên hunerî berhmên xwe pêşkêş kirin.