SALVEGERA 7’EMÎN A RIZGARKIRINA TEBQAYÊ BI ŞAHIYEKÊ HAT PÎROZKIRIN
Navenda Çand û Hunerê a Tebqayê Bi boneya salvegera 7’emîn a rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, şahiyek li dar xist.Di şahiyê de bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweser,meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jinan, tevgerên ciwanan, rûspî û serokeşîr beşdar bûn û rizgarkirina Tebqayê pîroz kirin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin, kantona Tebqayê bi saya fedekariyên şehîdan û hevgirtina pêkhateyên herêmê hate rizgarkirin.
her di şahiyê de soza parastina destkeftiyan, rizgarkirina gelên bindest û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, hate nû kirin.
Piştre stranên bi zimanên Kurdî û Erebî hatin pêşkêş kirin û Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.